H’emû nûçeSereke
Teyara ewlin ya kompanîya ermenîye avîyasîyon Fly Arna li Ermenîstanê peya bûye
Teyara ewlin ya kompanîya ermenîye avîyasyîon Fly Arna li Ermenîstanê peya bûye. Ji firegeha Şarjayê teyara kompanîyayê hatîye firegeha Ermenîstanêye «Zvartnos» ê.
Destpêkêda kompanîyayê li ser çar alîya wê firîna mîyaserke. Du alî firînên berbi Misirêne, lê dudu jî berbi Kûvêytê û Bêyrûtê.
Nava planên kompanîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî teyarên wan wê usa jî berbi welatên avropî firîna mîyaserkin.