Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ditirse wekî Tirkîyayê li bakûrê Sûrîyayê êrîşa nû destpêke. Derheqa wê yekêda dîplomata amêrîkîye derecebilind gotîye.
«Em bona axaftinên Tirkîyayê, yên derheqa opêrasîyonên leşkerîye li bakûrê Sûrîyayê, xemgînin»,- alîkara sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Barbara Lîfê gotîye.
«Me cedandinên xweye dîplomatî dane aktîvkirinê, ku ev yek bisekine»,- ewê gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Enqerê ji planên xwe paşda bisekine, yan na, Barbara Lîfê daye dîyarkirinê, wekî ew nikare garantîyayê bide ku Tirkîyayê wê yekê destpêke.