H’emû nûçeSereke

Hevkarîya tevî Ermenîstanê wê bi encmên vê seredanê bighîje dereceke nû: serokwezîrê Qeterê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Dohayê rastî serokwezîrê Qeterê Şêx Xalit bîn Xelîfe bîn Ebdulezîz Tanî hatîye.

Pêşîya hevdîtinê heytehola pêşwazîkirinêye fermî derbaz bûye, wextê kîjanê serokên hukumatên herdu welata rastî endamên dêlêgasîya hatine.

Wextê hevdîtinê serokwezîrê Qeterê seredana serokwezîrê Ermenîstanêye li Qeterê girîng hesab kirîye û derheqa pêwîstîya hevkarîya piralîda daye dîyarkirinê.Serokwezîrê Qeterê bi guman gotîye, wekî bi encamên vê seredanê, di navbera hukumatên herdu welatada, hevkarîya herdu welata wê bighîje asteke nû.

Paşînyanê serokwezîr jî sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî dîyaloga sîyasîye di navbera Ermenîstanê û Qeterêda li ser asta bilinde û bo wê yekê jî pêwîste ku piştgirîyê bidine pêşkeftina  berfirehbûna pêwandîyên êkonomîkî. Serokwezîr pêşxstin û kûrkirina pêwandîyên bîznêsê girîng hesab kirîye û gotîye ew yek jî girînge wekî wekîlên bîznêsa Qeterê gerekê teglîfî li Ermenîstanê bikin bona ku bernamên tevayî, mecal û pêrspêktîvên wana gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button