11-ê hezîranê li “Larsa Jorin” hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan û wezîrê Rûsîyayêyî pêşkeftina êkonomîkî Maksîm Rêşêtnîkov derbaz bûye.
“Halê li Larsa Jorin pêwîste bê rastkirinê, çimkî mecalên transporta barbir li alîyê gurca nava 2O-3O rojîda derbaz dibin.Nava wanda eşîya hene, yên ku bona hevaltîyên rûsî pêwîstin. Halê diha sertbe, bi hesabhildana wê yekê, wekî îdî dema berevkirina rez hatîye”,- wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê gotîye.
Hîvîyêne wekî piştî daçêkirinê çûyîn-hatina transportê wê bi 6,4 cara zêdebe.