H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Ermenîstanê û emîrê Qeterê cêrge pirsên bona pêşxistina hevkarîya herdu welata gotûbêj kirine
Nîkol Paşînyanê serokwezîr rastî emîrê Qeterê şêx Tamîm Bîn Hemed Al Tanî hatîye.
Bi silavkirina Paşînyanê serokwezîr, emîrê Qeterê pêwandîyên dostîyêye orta Ermenîstanê û Qeterê bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Qeter hewaskare ku nava govekên cuda-cudada hevkarîya dualî bidine pêşxistinê û qewînkirinê.
Nîkol Paşînyan bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û gotîye, wekî seredanê qewata nû bide hevkarîya dualî.
Nîkol Paşînyan derheqa atmosifêra bîznêsêye sazbûyîda xeberdaye û serda zêde kirîye, wekî hukumata Ermenîstanê hazire piştgirîyê bide mîyaserkirina bernamên învêstîsîyon.
Serokwezîrê Ermenîstanê emîrê Qeterê teglîfî li Ermenstanê kirîye û teglîfkirin hatîye qebûlkirinê.