H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û serokê Bilgarîyayê mîyaserkirina xebatên bona sazkirina sivdera transportêye di navbera Îranê û behra Reşda girîng hesab kirine /vîdêyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan yê ku bi seredana fermî  li Bilgarîyayêye, 14-ê hezîranê rastî serokê Bilgarîyayê  Rûmên  Radyêv hatîye. Bi pîrozkirina 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîyê, herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbera herdu welatada li ser hîmê aminaya dualî û qedirgirtinê pêşda çûye.

Ararat Mîrzoyan  Rûmên  Radyêv derheqa pirspêktîvên pêwandîyên dualîda xeberdane û hazirî  hatîye elamkirinê ku wê hevkarîyê diha bidine pêşxistinê.

Bi xeberdana derheqa pêrspêktîvên hevkrîya navnetewîda, alîya  sazkirina sivdera transportêye di navbera Îranê û behra Reşda girîng hesab kirine. Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa pirsên herêmî û navnetewîda çûye.

Mîrzoyanê wezîr halê li Qafqasîya Başûr, bi taybetî pêwandîyên  Ermenîstanê û Adirbêcanê, pêvajoya helkirina pirsgirêka Qerebagê raber kirîye.

Ararat Mîrzoyan usa jî pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê  raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button