H’emû nûçeSereke
Nava pêşeroja nêzîkda Elîyêvra wê li hev neyê Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê
Tiştekî şikberîye wekî Bekû bi piştgirîya Enqerê wê bicêribîne encamên agrêsîya xweye dijî Arsaxê dê yûrê bide kifşê. Derheqa wê yekêda Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye.
“Gilî derheqa okûpasîyakirina têrîtorîya Arsaxê û usa jî statûsa Arsaxêdane. Ez difikirim,wekî pirsgirêka Arsaxê, ya ku li ser dikên navnetewîye cuda-cuda tê gotûbêjkirinê, bi rêyekê helkin. Bona Adirbêcanê wê mecal tunebe anegorî texmînkirinên xwe pêşda here”,- ewî gotîye.
Bi qîmetkirina dagirkirina parçên Arsaxêye mayîn û cedandina Adirbêcanêye bo mîyaserkirina komkujîyê, wê pêşeroja nêzîkda nebe, Elîyêvra wê li hev neyê fikira xwe mîyaserke. Bi qîmtkirina Safrastyan ew hemû tişt wê îzinê nedine Adirbêcanê ku ew bi rêyekê bighîje xwestina xwe.