H’emû nûçeSereke

Pirsa here sereke û girîng, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pirsgirêka Qerebagêye: Paşînyan

Elametîya sêalîye di navbera Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêda îmzekirî, ya mijdara sala 2O2O-î gaveke bona wê yekê bû, ku li Qerebagê zordarîyê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona  “Al Cazîra” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Ew elametî derheqa pirsgirêka Qerebagêda nîne, pirsgirêka Qerebagêva gerekê careke mayîn mijûlbin. Em hêvîdarin, wekî nava wedê nêzîkda emê bikaribin  derbazî pirsgirêka Qerebagê bibin”,- Paşînyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa wê pirsêda ku tabîya ermenî wê çi cûreyîbe, herger komîsîya qirarke wekî temamîya Qerebagê gerekê ya Adirbêcanêbe, Paşînyan gotîye: “Komîsîya dîyarkirina sînora pirsgirêka Qerebagêva girêdayî nîne, çimkî çawa ku min got, tevî Adirbêcanê çend rastên pêwandîya hene, ji kîjana yek derheqa xebatên dîyarkirina sînoradane. Pirsa bêqezîyabûna sînora jî girînge û ew jî bin mandata vê komîsîyayêdane, çimkî em gerekê qewînbûnê û bêqezîyabûnê xweykin.Pirsa duem normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêdane. Dikeke mayîn jî vekirina rêyên herêmîva girêdaîye.  Feqet  bêguman, pirsa here girîng, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pirsa Qerebagêye”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button