SerekeSîyasî

Serokê Herêma Kurdistanê girêdayî bûyarên sîyasîye li Îraqêra nerihetîya xwe daye dîyarkirinê

Serokê Herêma Kurdistanê girêdayî bûyarên sîyasîye li Îraqêra nerihetîya xwe daye dîyarkirinê.

“ Em bi nerihetî dîna xwe didine bûyarên sîyasîye li Îraqê”,- serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Twittere da nivîsîye.

 Bi dîyarkirina hêvîdarîyê wekî li welêt wê bêterbyetî  tunebin, serokê kurd gotîye, wekî parlamênta Îraqê gerekê hemû îraqîya raberke. Ewî usa jî bona yekîtîyê û tifaqê bangî partîyayên kurda kirîye.

Sîyaseta Îraqê ketîye nava halekî nû. 73 endamên parlamêntê, li gorî banga lîdêrê xwe Mûktada As Sedir, ji parlamêntê dûrketine.

Ev birîyar girêdayî krîzeya sazkirina hukumatêva hatîye qebûlkirinê, ya ku eva îdî serê heft mehaye, ku pêşda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button