H’emû nûçeSereke

Cara ewlin stansîya Ermenîsanêye atomî destpê kirîye 98 selefê mecalên xwe dide xebatê: Sanosyan

Wezîrê serkarîkirina têrîtorya û sîstêma Ginêl Sanosyan qebûlkirina stratêcîya ênêrgêtîkî, ya bona sala 2O4O-î çawa destanîn hesab dike. Derheqa wê yekêda Sanosyan wextê gotûbêjkirina byûcêya dewletêye sala 2O21-ê, daye dîyarkirinê.

Wezîr usa jî derheqa xebata stansîya atomîda xeberdaye.

“Hersal stansîya atomî disekine û ew êtapa daçêkirinêva derbaz dibe. Sala derbazbûyî êtapeke berfireh derbaz bû û guhartinên girîng hatine kirinê. Ji sala 1995- a da stansîya atomî bi qewata xweye 92 selefê xebitîye, lê ji sala  derbazbûyîda, piştî guhartina, stansîyayê destpê kirîye 98 selef mecalên xwe bide xebatê”,-Ginêl Sanosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button