H’emû nûçeSereke
Li Yêrêvanê civîna komîtêya sêkrêtarên şêwira bêqezîyabûnê, ya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê derbazbe
17-ê hezîranê li Yêrêvanê civîna komîtêya sêkrêtarên şêwira bêqezîyabûnê, ya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê derbazbe. Derheqa wê yekêda berdevkê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Vladîmîr Zaynêtdînov gotîye.
Serokatîya civînê wê bike sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan. Sêkrêtarê organîzeyê Stanîslav Zasê jî wê beşdarî civînêbe.
Hatîye dîyarkirinê, wekî civînê bi dorana teng û bi formata civîna tam derbazbe.Têra tê dîtinê mecalên lîkvîdasîyakirina qezîyayên dijî welatên endamên organîzeyê gotûbêj bikin.