Serokatîyên Ermenîstanê û Îranê li ser wê tabîyêne ku heleqetîyên dualî bidine pêşxistinê û kûrkirinê
Bi teglîfkirina serokê Miclîsa Îranê Mehmed Galîbafî, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bi seredana fermî li Îranêye. Dêlêgasîya bi serkarîya Alên Sîmonyan 15-ê hezîranê rastî serokê Miclîsa Îranê hatîye.
Serokê parlamênta Ermenîstanê bona hevdîtinê û nasîdayînê razalixî elam kirîye û gotîye wekî eva seredana wîye ewline ku ew li Îranê diqeside û serda zêde kirîye wekî seredanên dualî gerekê berdewambin. Ewî hevkarê xweyî îranî teglîfî li Yêrêvanê kirîye.
Serokê Miclîsa Îranê dêlêgasîya Ermenîstanê silav kirîye û gotîye wekî nava doranên heleqetîyên di navbera parlamêntada gerekê xalên rojevê bêne dîyarkirinê. Bi qîmetkirina wî, parlamêntên herdu welata gerekê piştgirîyê bidine şuxulkarîyên sazkirina sîstêma û vekirina rêyên transportê û rêyên hesinî.
Bi xeberdana derheqa hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, serokê Miclîsa Îranê tabîya xwe daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew piştgirîyê didine xweykirina yekîtîya têrîtorîya û îzbatbûna aşîtîyê. Piştî hevdîtina dualî prêss-konfêransa serokên palamnêtên herdu welata derbaz bûye