H’emû nûçeSereke
Serokkomarê Ermenîstanê li Sankt Pêtêrbûrgê wê rastî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bê
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê nava doranên forûma êkonomîkîye navnetewî, ya li Sankt Pêtêrbûrgê rastî serokkormarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan bê.
Bi ragîhandina Armênprêssê, RÎA Novostîyê elam kirîye, wekî derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov gotîye.
Nava doranên forûmêda Pûtînê usa jî rastî serokê Qazaxistanê Qasim Jomerd Tokayêv bê.