H’emû nûçeSereke

UEFA ê bona çêkirina deştên sportê û sîstêmên anegor piştgirîyê bide: Nîkol Paşînyan Alêksandr Çêfêrîn qebûl kirîye 

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan serokê UEFA ê Alêksandr Çêfêrîn qebûl kirîye, yê ku bona beşdarbûna 3O salîya fêdêrasîyona Ermenîstanêye fûtbolê, hatîye Yêrêvanê. Ji hukumatê ragîhandine, wekî serokwezîr bernamên bona pêşxistina fûtbola li Ermenîstanê û piştgirîya  UEFA ê, ya bona wan bernama girîng hesab kirîye.

Alêksandr Çêfêrîn 3O salîya fêdêrasîyona Ermenîstanêye fûtbolê pîroz kirîye û daye dîyarkirinê, wekî UEFA ê bi aktîvî piştgirîyê bide pêşkeftina fûtbolêye li Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button