SerekeSîyasî

Li Silêmanîyê halê ji qeydeder hatîye elamkirinê: 5O î merivên bi nexweşîya xolêrayê hatine dîtinê

Serokatîya provînsîya Silêmanîyê elam kirîye, wekî ji 5O yî zêdetir têstên bona nexweşîya xolêrayê bersivên pozîtîv dane.

Wextê prêss-konfêransê, serokê qeza Silêmanîyê  Heval Ebûbekir, serokê beşa saxlemîxweykirinê Sabah Hewiramî elam kirine, wekî hal girane û welatî gerekê qanûnên parastina saxlemîyê xweykin.

Hewiramî gotîye, wekî hetanî niha deh merivên bi wê nexweşîyê li Bexdayê hatine dîtinê, lê li nexweşxanên Silêmaîyê 56 meriv. Hewramî daye dîyarkirinê, wekî nava çend rojên dawîda 3965 meriv birine xistexwenê, lê ew yek nexweşîya xolêryayêva girêdayî nîbûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button