ŞAY berfirehbûn û qewînbûna hevkarîya tevî Ermenîstanê girîng hesab dike: Kêrin Donfrîd

Nîkol Paşînyanê srokwezîr cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye pirsên avropî û avrasîyayî Kêrin Donfrîd qebûl kirîye.
Serokwezîr pêşkeftin û berfirehbûna pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî seredana xanim Donfirîdê careke mayîn derfetê dide, ku pirsên rojeva dualî bêne gotûbêjkirinê. Nîkol Paşînyan piştgirîya Ştatên Yekbûîye bona werguhastinên dêmokratîk bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî pêşkeftina dêmokrasîyê pirseke hukumatêye girînge.
Kêrin Donfrîdê gotîye, wekî admînîstrasîya Ştatên Yekbûyî berfirehbûn û qewînbûna hevkarîya tevî Ermenîstanê jî girîng hesab dike û piştgirîya bona pêşxistina înstîtûtên Ermenîstanêye dêmokrasîyayê wê berdewambe.
Xeberdan usa jî derheqa pêvajoyên li Herêma Qafqasîya Başûr, helkirina pirsgirêka Qerebagê, şuxulkarîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ya bona dîyarkirin û kifşkirina sînora, çûye. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî rola sereke ya Ştatên Yekbûîye nava koma Mînskêda ya serekeye û helkirina pirsgirêka Qerebagê ya nava doranên koma Mînskêda girîng hesab kirîye.