Li Yêrêvanê lehca bedewetîyê ya « Mîss Hevalbendîya Dewletên Serbest 2O22» derbaz bû, wextê kîjanê Dîana Pîrtanova ji Qazaxstanê cîhê ewlin girt. Piştî stendina taca lehcê, wextê hevpeyvînê, ewê got, wekî ew bawar nake ku cîhê ewlin girtîye. Cîhê duemda Êmî Mxîtaryana ji Gurcistanê bû, ya ku bi esilê xweda ermenîye, lê cîhê sêemda Karîna Nîzînkaya ji Êstonîyayê bû.Cîhê sêemda Yêkatêrîna Pşênsêva ji Bêlarûsê bû. Du keçên ermenîye mayîn jî tevî lehcê dibûn, Vîvyna Asatûr û Sêda Sargsyan.
Sêda Sargsyanê li ser dikê pêşnîyara zewacê ji alîyê hizkirîyê xweda stendîye.