H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Gurcistanê bi seredana xebatêva hatîye Ermenîstanê û li Dîlîcanê rastî Nîkol Paşînyan hatîye

Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî bi seredana xebatêva hatîye Ermenîstanê û li Dîlîcanê rastî Nîkol Paşînyan hatîye.
Hevdîtina Nîkol Paşînyan û Îraklî Garîbaşvîlî li bajarê Dîlîcanê derbaz bûye. Serokên hukumatên herdu welata dane dîyarkirinê, wekî pêwandîyên derecebilind şedetîya wê yekê didin, ku heleqetîyên ermenîya- gurca bi dînamîkî pêşda diçin û usa jî şedetîya dîyaloga sîyasîye li ser dereca bilind didin.
Beşdarên hevdîtinê pirsên hevkarîya Ermenîstanê- Gurcistanê, usa jî pêrspêktîvên wan gotûbêj kirine. Fikir dora halê li herêmê û bûyarên li vir hatine pevguhartinê.
Herdu alî jî hazirî elam kirine ku pêwandîyên dostîyê bidine kûrkirinê û pevketine ku dîyaloga aktîv berdewam bikin.