Kirîn-frotana di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda bi 3O î selefîva zêde bûye: Mîşûstîn

Nava mehên çile hetanî nîsanê kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda bi 3O î selefî zêde bûye û ji 8OO mîlyon dolarî zêde bûye. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn li Mînskê gotîye.
«Rûsîya hevkara Ermenîstanêye hîmlîye, ya nava kirîn- frotana êkonomîkîda û usa jî învêstora êkonomîka Ermenîstanêye. Ji alîyê kirîn- frotanêda ez difikirim, wekî hê cîhê zêdebûnê heye. Kapîtala rûsîye nava êkonomîka Ermenîtanêda ji du mîlyard dolara zêdetire û li vir mecalên zêdekirinê hene, bo wê yekê jî ew yek girînge ku învêstorên rûs li Ermenîstanê învêstîsîyayên xwe bikin»,- Mîşûstîn gotîye.
Bi gotina wî, li Ermenîstanê kompanîyayên neftê û gazê, transportê, têknolocîyên nû û govekên mayîn dixebitin.Rûsîya hêvîdare wekî hukumata Ermenîstanê wê qewilên baş bona kompanîyayên rûsî sazke.
Em bîr bînin, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr 2O ê hezîranê bi seredana xebatêva çûye Mînskê, li kîderê ew beşdarî civîna Şêwira Avrasîyayêye di navbera hukumatada dibe.







