SerekeSîyasî

PKD qewilên xwe pêşda dikişîne ku bighîje pêvajoya sazkirina hukumatêye li Begdayê

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk elam kirîye, wekî ewê beşdarî sazkirina hukumata Îraqêye nû bibe, heger birîyara mehkema Îraqêye Fêdêral, ya derheqa peymanên neftêda bê sekinandinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk hîvî ji partîyayên şihîya kirîye ku qirara mehkemê hetanî wî çaxî paşda bêxin, hetanî ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda qayîlî hebe.

Usa jî hatîye dewkirinê, ku serokê Îraqê Berhem Salih kandîdatîya xwe bona qulixa serok pêşda nekişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button