H’emû nûçeSereke

Axavtina Nîkol  Paşînyanê serokwezîr ya wextê civîna  Şêwira Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî

Yektîya  Avrasîyayêye  êkonomîkî  êtapa eşkerekirina potênsîyala xweye întêgrasîyonra derbaz dibe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna Şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî gotîye. Bi gotina wî, ew yek bona zêdaya êkonomîka welatên endam girînge. Paşînyan dîyaloga bona rastkirina dijwarîyên nava kirîn- frotanêda girîng hesab kirîye.

«Cêribandina salên dawî dide kifşê, wekî piranîya dijwarîyên nava bîznêsêda rûyê encamê tunebûna qanûnên tevayîdane.Tenê hazirîya dîyalogê, zelalbûna wê dikarin nava vê pirsêda dînamîka baş xweykin»,- ewî gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê guhdarîya mexsûs usa jî danîye li ser têknolocîyên wedê niha.

Paşînyan bi wê yekêva tevayî çareserkirina bêqezîyabûna xurek girîng hesab kirîye.

Bi gotina wî welatên endamên yekîtîyê gerekê tevayî dijî rîska derkevin û kêmasîya ji ortê bidine hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button