
Fêstîvala sînêmayêye «Zerdela zêrîn» wê mecalê bide temaşavana ku nasîya xwe bidine wê bernamê, nava doranên kîjanêda wê usa jî fîlmên derheqa şerê Arsaxêyî 44 rojeda hebin. Derheqa wê yekêda serokê teşkîldarîya fêstîvalê Karên Avêtîyan elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî fîlmek ji alîyê yûnanada hatîye hazirkirinê, ya mayîn arcêntînîya, lê yek jî ji alîyê misirîyada hatîye hazirkirinê. Fîlmên derheqa wî şerîda usa jî ji alîyê Ermenîstanê û Arsaxêda hatine amadekirinê.







