Tirkîyayê elam kirîye wekî armanca wê tune ku ji opêrasîyonên li bakûrê Sûrîyayê paşda bisekine. Vê yekêva girêdayî zelal bûye, wekî nava çarçoveya hevraxeberdanên di navbera Rûsîyayê, Sûrîyayê û kurdada pevketin hatine destanînê, ku li wan cîha pareskera cîhwarkin, derheqa kîjanada Enqerê daye dîyarkirinê.
Kurda înkar kirine ku dewekarîyên Enqerê biqedînin. Ew înkar dikin ku ji Manbîcê û ji Tel Rîfatê komên xwe derxin û Tirkîyayê sirîya xweda elam kirîye ku dirêjaya sînorê Sûrîyayê wê opêrasîyonên leşkerî destpêke.
Cêribandinên Moskvayê yên bona sekinandina tirka encam neda û girêdayî wê yekêva Rûsîya, Sûrîya û kurd pevketine ku li Manbîcê, Tel Rîfatê û li bajarên Bakûrê Sûrîyayêye mayîn pareskera cîhwarkin.