H’emû nûçeSereke

ŞAY dicedîne nava goveka dêmokrasîyêda piştgirîyê bide  Ermenîstanê

Armanca pêwandîyên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanê ewe ku piştgirîyê bidine êkonomîkayê û pirsgirêkên parastinê, usa jî rojeva dêmokrasîyê. Derheqa wê yekêda cîgira sêkrêtarê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbyîe pirsên  avropî û Avrasîyayî, Kêrin Donfrîdê gotîye.

“Pirseke girîng ya dîyaloga meye tevî Ermenîstanê qewînkirina dêmokrasîye. Dora van pirsa me van axirîya gotûbêjkirin tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der derbaz kirine. Pirseke girîng jî hema ewe, ku em  çi cûreyî dikarin dêmokrasîyê qewînkin. Beşeke wê qisê hema derheqa polîsîyayê û sîstêma hiqûqzanîyêdane.Em dixwezin alî Ermenîstanê bikin bona ku dêmokrasî diha qewat teyaxbe”,- Kêrin Donfrîdê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button