AborîSereke

Çûyîn-hatina  bi “Larsa jorinra” wê bi 3O-î selefîva zêdebe: Vahan Kêrobyan

2O-ê hezîranê hukumata Rûsîyayê  girêdayî dergê sînorî “Larsa jorinra”qirar qebûl kirîye, bi saya kîjanê çûyîn-hatina li wî dergê sînorra wê bi 3O selefîva zêdebe. Derheqa wê yekêda, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.

Bi zanebûna derheqa wê yekêda, wekî li ser sînor  avtomaşîne dirêj disekinin û rûyê wê yekêda hene eşîya ku xirab dibin, desthilatdarîya Ermenîstanê hîvî ji hevkarên gurc kirine, ku kulîlka, mesîya bikine nava cêrga eşîyayên ku zû xirab dibin, bona ku ew avtomaşîne ji sirê der bikaribin derbazbin. “Feqet, hê înformasîya derheqa wê yekêda tune wekî ew guhartin hatîye kirinê”,- Kêrobyan gotîye.

Wezîr xwe mikur hatîye, wekî gelek sûbyêktên êkonomî van axirîya zîyana mezin ketine.

“Em tevî wan dixebitin. Heger nava salêda sûbyêktên êkonomîkî bikaribin karêkevin, wî çaxî emê zîyana xwe çawa rîska bîznêsê qîmetkin, lê herger pirs diha kûrbe, emê bernamê anegor amadekin”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button