SerekeSîyasî

Em hemû tiştî dikin ku Tirkîya ji opêrasîyona li Sûrîyayê paşda bisekine

Nava van hevtîyên dawîda nava civaka navnetewîda derheqa opêrasîyona nûda, ya ku Tirkîya dixweze li Sûrîyayê detpêke, tê gotûbêjkirinê. Ji  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elametîke nû hatîye belavkirinê.

Alîkara sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Barbara Lîfê  li palata Wekîla, li komîtêya pirsên navnetewî, bi axaftin pêşda hatîye.

Bi xeberdana derheqa armanca Êrdoganda, ya derheqa opêrasîyona nûda, Barbara Lîfê gotîye wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser Tirkîyayê tehsîr dike ku opêrasîyona nû bidine sekinandinê.

“Opêrasîyona nû wê krîzeya mezin bona binelîyên herêmê pêşda bîne û wê zîyanê bighîne şerkarîya koalîsîyonêye dijî DAÎŞ ê”,- ewê gotîye. Ewê serda zêde kirîye, wekî ew hemû tiştî dikin ku Tirkîya ji wê armanca xwe paşda bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button