Kolaîsîyona bi serokatîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derheqa piştgirîya xweda, ya hindava berfirehkirina hevkarîya di navbera hêzên pêşmerga û eskerê îraqîda, îzbat kirîye. Dêlêgasîya pêşmerga roja pêncşemê li Begdayê qesidî bû. Armanca çûyîna li Begdayê ew bûye, ku derheqa hevkarîya tevayîda gotûbêj bikin.
Li ser rûpelê Twittere , yê koalîsîyonê gênêral Con Brênan derheqa wê yekêda nivîsîye.
“Em bi hevra berbi hincirandina DAÎŞ ê dicedînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bêjin, wekî dêlêgasîya îrqaqîye leşkerî jî hatibû Hewlêrê, li kîderê hevdîtinên fermandarîyê û dêlêgasîya Îraqê derbaz bûne.