H’emû nûçeSereke
Ermenîstan nava rojeva îzbatkirina aşîtîyêda dîsa li ser tabîya xweye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der
Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kirîye, wekî bersiva pêşnîyara wan ya dora peymana aşîtîyê ji alîyê ermenîyada nehatîye stendinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava formatên cûre-cûreda alîyê ermenî gelek cara daye dîyarkirinê, wekî ew hazirin bona rojeva îzbatkirina aşîtîyê bixebitin û nava pêşnîyarên Adirbêcanêda tiştên qebûlnekirinê tunene.
Bi gotina Mîrzoyan, Ermenîstanê bi destî welatên hemsedirên koma Mînskê pêşnîyara ermenîye bona hevraxeberdanên aşîtîyê derbazî Adirbêcanê kirîye, lê hetanî roja îroyîn tu bersiveke fermî nehatîye stendinê.