H’emû nûçeSereke

Adirbêcan ji  pevketina  bona  destpêkirina çêkirina rîya  hesinî paşda sekinîye:Paşînyan

Adirbêcan ji pevketina destpêkirina rîya  hesinî paşda sekinîye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê prêss-konfêransê gotîye.

«Li Bryûsêlê tevî serokê Adirbêcanê me elam kir, wekî pevketin hatîye destanînê ku gerekê çêkirina rîya hesinî destpêkin. Feqet tê bêjî Adirbêcan ji wê pevketinê paşda sekinî. Piştî wê yekê hate pêşnîyarkirinê ku pevketinên destanî bi cûrê nivîsar bêne îmzekirinê, projeya kîjanê wekîlê Rûsîyayêyî koma xebatêye sêem Alêksêy Ovêrçûk raber kiribû. Alîyê ermenî hazirî elam kir, wekî wê yekê wê îmzeke, lê azêrî paşda sekinîn»,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, alîyê azêrîya usa jî pêşnîyara alîyê ermenîyaye derheqa vekirina rêyên avtomobîla û usa jî ya hesinîda înkar kirîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî pêşda elam kiribû ew gotina Elîyêv, ya serokê Adirbêcanê bona Ermenîstanê ya qebûlkirinê nîbû, ku rêyên nava Ermenîstanêra gerekê bi fikirdarîya sivdera Laçînê bişuxulin. «Nava elametîya sêalîda tenê bîranîneke derheqa sivderêda heye û ew jî sivdera Laçînêye, ya ku bin kontrola aşîtîparêzên rûsdane. Gilî derheqa wê yekêdane wekî nehîyên rojavayê gerekê bikaribin Nexçêvanêva bêne girêdanê»,- Paşînyn gotîye.

Ewî serda zêde kirîye wekî gotina Adirbêcanê pirsgirêka mezine. Civaka navnetewî dide dîyarkirinê, wekî Ermenîstan hercar dicêribîne li ser tabîya çêkirinêbe, lê Adirbêcan dîsa bi elametîyên agrêsîvva pêşda tê.

Paşînyan daye dîyarkirinê, ku menîya hevraqayîlnebûna çiîye. Bi gotina wî niha nikarin  bona xebitandina rêyên  li ser sînora bi hevra qayîlbin. Ewî gotîye, wekî sê-çar cûre hene û gerekê ji wan cûra yekî bibijêrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button