H’emû nûçeSereke

Alîyê Adirbêcanê ji hevdîtina tevî sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê paşda sekinî :Paşînyan

Alîyê Adirbêcanê ji pêşnîyara wezîreta Ermenîstanêye bona hevdîtina sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan û alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv paşda sekinîye.Nîkol  Paşînyanê serokwezir derheqa wê yekêda gotîye.

«Elametîyên Adirbêcanê bi cûrekî ecêbin. Ew dicêribînin bidine kifşê wekî Ermenîstan hevraxeberdanên peymana aşîtîyê û pêvajoyê dide paşxistinê.Piştî wan elametîya, ji wezîreta Ermenstanêye karên der pêşnîyar kirine ku serokên wan îdara hevdu bibînin. Îdî bûyareke usa qewimîye, wekî Adirbêcanê boykot kirîye û tevî xebatê nebûye»,- Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, Adirbêcan naxweze ku bi têmayên cûre-cûre tevî hevraxeberdanabe û Ermenîstanê nava wê yekêda gunehkar dike. Bi gotina Paşînyan, ev yek bona sazkirina lêgîtîmîya bo şerê nû, ya dijî Ermenîstanê tên kirinê.

Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî pêşîya wê yekê di navbera wekîlên Ermenîstanê û Adirbêcanêda pirs hatîye gotûbêjkirinê.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî nava encamê gotûbêjkirinên pêşda hatibû qirarkirinê, wekî nevsên Ermenîstanê û Adirbêcanêye fermî gerekê nava pêwandîyadabin bona ku xebat bêne teşkîlkirinê.

Hevdîtin gerekê 27-ê hezîranê li Bryûsêlê derbzbûya, lê alîyê azêrîya ew yek înkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button