H’emû nûçeSereke

Armanca Adirbêcanê ewe ku şuxulkarîya aşîtîparêza bêhurmet bike: Paşînyan derheqa dîlên leşkerîda

9O selefê dîlên ermenî, yên ku li Adirbêcanêne, piştî cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs hatine girtinê.Fikira wî cûreyî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye.Ewî derheqa dîlketina 62 leşkerên ermenîda xeberdaye, yên ku li Xisabêrdê û Hîn Taxêrê dîl ketine, daye dîyarkirtnê, wekî ew cîh teslîmkirî nîbûye û ew gerekê bin kontrola aîtîparêzên rûsdabe.

«Li ser hîmê elametîya sêalî ew leşker li wan cîha mane, li kîderê ew gerekê bimana. Ev têma tevî fermandarê aşîtîparêzên rûs, serokê Rûsîyayê hatîye gotûbêjkirinê. Feqet gerekê bê gotinê, wekî ew toprax bin cabdarîya aşîtîparêzên rûsdabûn»,- Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî meremê  sîyaseta Adirbêcanê ewe, ku şuxulkarîya aşîtîparêzên rûs bêhurmet bike.

Paşînyan bîr anîye, wekî 6-ê nîsanê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li ber serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl soz dabû, ku koma dîlên ermenî aza berde, lê paşê hate dîyarkirinê, wekî ew sozdayîn nehatîye kirinê.

Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî hejmara dîlên îzbatbûyî 38 e, lê lîsteya duem jî heye, lê îzbatî tunene, wekî ew nava dîltîyêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button