H’emû nûçeSereke
Dêlêgasîya bi serkarîya Hraçîya Sargsyan çûye bajarên Fransîyayêye Marsêlê, Lîonê û Parîzê
Bi teglîfkirinên serokbajarê Marsêlê Bênûa Payan, serokbajarê Lîonê Grêgorî Dûsêî û serokbajara Parîzê Ann Îdalgoyê serokbajarê Yêrêvanê Hraçîya Sargsyan bi seredana fermî çûye Fransîyayê.
Nava dorana seredanêda, serokbajarê Yêrêvanê wê tevî teşkîldarîyên 3O salîya hevkarîya Yêrêvanê û Marsêlê li Lîonê tevî hemcivîna hevkraîya ermenîya û firansa bibe û paşê jî ewê rastî hevalkarên xweye li Marsêlê, Lîonê û Parîzê bên.
Dêlêgasîya Yêrêvanê wê usa jî li cêrge sîstêmên serkarîkirina êkonomîka bajêr biqeside.