H’emû nûçeSereke
Ermenîstan ji şuxulkarîya dîyarkirina sînora paşda nasekine: Paşînyan bersiva gunehkarkirinên ji alîyê Adirbêcanêda kirî daye
Ermenîstan ji şuxulkarîya dîyarkirin û kifşkirina sînora paşda nasekine.Di derbarê wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Em bêjin wekî van axirîya wekîlên Adirbêcanê dicêribînin usa bikin ku bê femkirinê ku Ermenîstan dicêribîne xebata komîsîya pirsên sînora bide paşdaêxistinê.
«Wextê hevdîtina pêşda, ya ku li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê derbaz bû, qirar hatibû qebûlkirinê wekî piştî mehekê ewana li Moskvayê hev bidîtana.Ev qirar ya tomerî bû. Alî hatine ser wê fikirê wekî xebat heye, ku gerekê mehekê şûnda ser hevda bê. Meha gulanêda Ermenîstanê du cara derheqa hazirîya xweda gotîye. Ew hevdîtin du cara ji alîyê Adirbêcanêda hatîye paşdaêxistinê»,-Paşînyan gotîye.