Koma Mînskê derheqa tunebûna xweda elam nekirîye: Paşînyan derheqa gotina Lavrovda xeberdaye
Elametîya wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrêgêy Lavrov, li gorî kîjanê hatibû gotinê, wekî koma Mînskê îdî tune, heger prêssayê rast raber kirîye, wî çaxî bi nerm gotî ew yek tiştekî ecêbe. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa derheqa heyîn yan tunebûna koma Mînskêda daye.
Wezîreta Rûsîyayêye karên der organa bin serokatîya serokê Rûsîyayêdane. Ez vê yekê dibêjim, çimkî 19-ê nîsana sala 2O21-ê, wextê seredana min, ya fermîye li Rûsîyayê, me tevî Vladîmîr Pûtîn elametî îmze kirîye, xala kîjanêye 24 a da tê gotinê, wekî gerekê dora pirsa Qerebagê hevkarîyê bikin û potênsîyala koma Mînskê bidine xebatê»,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ev yek gerekê bê zelalkirinê.
Bi gotina wî, hersê welatên koma Mînskê jî derheqa şuxulkarîya xweda îzbat kirine û koma Mînskê derheqa tunebûna xweda elam nekirîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî qewata wan dokûmênta hê heye, mandata koma Mînskê heye.