H’emû nûçeSereke

Şiroçî: Rojavayê û Îranêra li hev hatîye ku rastkirina bikine nava fikirdarîya «sivderê»

Bi piştgirîya Rojavayê û Îranê Ermenîstnêra li hev hatîye rastkirina bikine nava fikirdarîya «sivderê», çimkî piştî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î ji alîyê Adirbêcanêda fikirdarîke cûrekî mayîn dihate belavkirinê. Derheqa wê yekêda şiroçîyê sîyasî Hovsêp Xûrşûdyan gotîye.

«Ez pêşda ser wê fikirê bûm, wekî Rûsîya dijî wê fikirdarîyê nîbû û  ewê soz dida Elîyêv ku nava Ermenîstanêra sivdera kesk hebe.Feqet îdî femdarîye wekî «rêjîma  zelalkirî» ya bona pêwandîyên Adirbêcanê û Nexçêvanê, pevketinên Ermenîstanê-Adirbêcanêye derheqa rîya hesinîda, têra dibînin wekî seroketîya ermenî tê naskirinê. Li vir şirovekirineke başqe tune û nikare hebe»,- Xûrşûdyan gotîye.

Bi fikira şiroçî, ew yek derheqa wê yekêda dibêje, wekî Rûsîyayêra li Qafqasîya Başûr hemû tişt li hev nayê, çi ku ew pêşda têra dibîne. Menîya wê yekê berjewandîyn Yekîtîya Avropayê û Îranêne.Sivderê nava Ermenîstanêra wê li gorî berjewandîyên Moskvayêbûya, ya ku wê kontrola sînor bi xwe mîyaser bikira.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button