H’emû nûçeSereke
Şuxulkarîya bona projeya bo çêkirina bloka atomîye nû, ya li Ermenîstanê, destpê bûye
Nava dorana dokûmênta di navbera kompanîyayên stansîya Ermenîstanêye atomî û «Rûsatom Ovêrsîz» ê da îmzekirî, şuxulkarîya bona projeya bo çêkirina bloka atomîye nû, ya li Ermenîstanê, destpê bûye.
Hatîye ragîhandinê, wekî civîna koma xebatêye tevayî 23-ê hezîranê, bi serokatîya cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Hakob Vardanyan, derbaz bûye. Serokatîya dêlêgasîya Rûîyayê kirîye şêwirmendê serokê kompanîyayê Vîktor Kolêsnîkov. Gotûbêjkirin derheqa dokûmêntên têknîkî û nêzîkbûnên derheqa lîsênzîyayêda hatine derbazkirinê. Wextê wan gotûbêjkirina cûrê ênêrgabloka bi qewata ji hezarî hetanî 13OO mêgavatî, ya ku cêribandinên anegorra derbaz bûye, hatîye lênihêrandinê.