SerekeSîyasî

Bi saya vî merivê ermenî Gagarîn çû erşê ezmîn

Hêna Sovyêta berê çêkirina dem û dezgên lokasîyon, stansîyayên atomî, gemîyên binav, spûtnîkên kontrolkirina hewê û firîna Gagarîne ewlin şuxulkarîya Andarnîk Îosîfyanva girêdaîye.

Hetanî sala 193O-î nedihate kifşê, wekî ew xort wê bibe ulmdar. Piştî xebata ewlin ewî îdî bala Moskvayê kişande ser xwe. Ji ştaba Sovyêtêye têknîkî ew dewat kirin û ew li înstîtûta êlêktrotêknîkîda deh sala xebitî.

3O salîyêda navê  Îosîfyan  îdî li dinîyayê eyan bû.

Bi saya xebata wî, sala 1941-ê helîkoptêra bi motora êlêktrîkî hate cêribandinê. Bi  emirnivîsara Stalîn, Îosîfyan  çawa serokê beşa yekîtîya zanistîyê kifş kirin.

Piştî şêr, ewî 3O salî serokatîya wê merkeza zanistîye xewile  kirîye.

Emekê wî nava sazkirina têknîka rokêtada heye û hema bi saya wê yekê jî ewî alî firîna Gagarîn kirîye, yê ku cara ewlin berbi erşê ezmîn çû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button