H’emû nûçeSereke

Kirîn-frotana tevî Ermenîstanê wê pêşerojêda bighîje sê mîlyard dolarî: cîgirê serokê parlamênta Rûsîyayê

Li me guman heye, wekî pêşeroja nêzîkda emê bighîjine wê yekê, wekî kirîn-frotana nava salekêda, ya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda, wê bighîje sê mîlyard dolarî. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê serokê parlamênta Rûsîyayê Alêksêy Gordêyêv gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda nêzîkî 2OO peymanî hene û wextê hevdîtina tevî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, potênsîyala wan mecala hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button