
Wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê gotîye: «Emê qayîlîya xw nedine tu teslîmkirineke meriva, heger şedetîyên derheqa şuxulkarîya têrorîzmêda tunene. Em li ber Êrdogan ta nabin. Sedem tunene ku kurd bifikirin, wekî mafên wane dêmokratîk bin qezîyayêdanin»,- Lîndê gotîye.
Li Madrîdê Lîndê wextê hevpeyvîna tevî radîyoya Swêdê daye dîyarkirinê: «Emê mafên dêmokratîk neguhêrin, lê ji alîkî mayînva jî şerkarîya dijî xirabkarîyê û têrorîzmê wê bê qewînkirinê». Ewê gotîye, wekî Swêd gerekê nebe welatekî usa li kîderê têrorîst xwe vedişêrin.