SerekeSîyasî

NATO hazire dest ji welatên Baltîyê bikişîne: Global Times

Wextê dew û doza tevî Rûsîyayê, NATO dikare  dest ji berjewandîyên welatên Baltîyê bikişîne. Derheqa wê yekêda miqaledarên  Global Times ê ye çîn nivîsîne.

Lîtvayê, Latvîyayê û Êstonîyayê gelek cara bang kirine ku serokatîya NATO-ê bidine nûkirinê, bona ku herêmê biparêzin û stratêcîya parastina wê bidine qewatkirinê. Heger sîyaseta wane agrêsîv, ya tevî Rûsîyayê sertbe, wî çaxî NATO dikare  dest ji wan welata bikişîne, çimkî bloka leşkerî berjewandîyên 12 welatên hîmdar diha zêde diparêze, miqaledar nivîsîye. Bi gotina miqaledar, heger dew û doz li wir pêşda bê, wî çaxî NATO-ê esker neşîne herêmê, lê wê tenê sîliha bide.

Miqalêda hatîye dîyarkirinê, wekî NATO dikare sala 2O24-a hilweşe, heger dêmokrat tabîyên xwe undakin, lê Co Baydênê jî careke mayîn neyê hilbijartinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button