H’emû nûçeSereke

Tirkîya û Adirbêcan dicêribînin qewilên pêşdahatî bidine xebatê bona ku bighîjine progiramên xwe: erebzan

Tirkîya û Adirbêcan dicêribînin qewilên pêşdahatî bidine xebatê bona ku bighîjine progiramên xwe, «Svdera Zangêzûrê». Derheqa wê yekêda Armên Pêtrosyanê erebzan gotîye, dema ku ewî derheqa hevdîtina wezîrên Adirbêcanê, Tirkîyayê û Qazaxstanêye karên der û transportê xeberdaye. Dawîya wê hevdîtinê ji alîyê wezîrên karên derda dêklarasîya derheqa hevkarîya nava govkên transportê, ênêrgêtîkayê û hevkarîya herêmîye nava locîstîkayêda hatîye îmzekirinê.

Bi gotina Armên Pêtrosyan krîzeya Ûkraînayê mecala nû bona Adirbêcanê û Tirkîyayê saz dike ku ew rojeva xwe bidine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button