
29-ê hezîranê wezîreta pêşmerga, ya Herêma Kurdistanê tevî koma şêwirmendên leşkerî hevdîtin derbaz kirine.
Hatîye ragîhandinê, wekî hevdîtin pêşkêşî wan gavên vê axirîyê kirine, yên ku bona yekbûna hêzên kurda hatibûne avîtinê.
Koma şêwirmendên koalîsîyonê piştgirîya wê yekê dikin, ku komên pêşmerga bibin yek û bin kontrola hukumata Herêma Kurdistanêdabin.
Nava elametîya wezîreta pêşmergada hatîye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê derheqa girîngîya qewînkirina fermandarîya pêşmergada hatîye gotinê û derheqa sazkirina komên pêşmergaye yekbûyîda hatîye dîyarkirinê.