SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr emir kirîye ku hemû dikanên sîliha bidine girtinê

Çawa bersiva zordarîya van axirîyaye bi sîliha, ya li Kurdistanê, Mesrûr  Barzanîyê serokwezîr emir kirîye ku hemû dikanên sîliha bidine girtinê û sîlihên nerêgîstrasîyakirî ji cimetê bistînin.

Derheqa wê yekda Mesrûr Barzanîyê serokwezîr Twittere da nivîsîve. Ev yek wî çaxî qewimî, wextê ku li Hewlêrê malbetek hate kuştinê û piştî wê yekê jî xwendikarekî du profêsorên zanîngehê da ber gula.

“Emê îzinê nedine tu kesî, ku aramîya civakî û bêqezîyabûnê bidine teribandinê”,- Mesrûr  Barzanî gotîye.

“Nava çarçoveya wan cedaninada usa jî gavên bona kontrolê wê bêne avîtinê. Min teslîmî wezîreta karên hundur kirîye ku sîstêma dîcîtal bona kontrolkirina destûra bona sîliha sazkin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button