H’emû nûçeSereke

Elîyêv elam kirîye, wekî Ermenîstan û cêrge welat  dixwezin koma Mînskê bidine dasekinandinê, lê ew yek tiştê bûyînê nîne, çimkî “ew îdî mirîye”

Cedandinên bona aktîvkirina koma Mînskê, Bekûyê nerihet dikin. Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv  careke mayîn elam kirîye, wekî Ermenîstan û cêrge welatên koma Mînskê dicêribînin koma Mînskê bidine dasekinandinê û ew yek giva bona şuxulkarîya aşîtîya li Qafqasîya Bacûr gavên tunekirinêne.

“Em wedekî dirêj hîvîyêbûn, wekî civaka navnetewî wê alî bike neheqîyê bide hildanê. Bi wî meremî sala 1992-a koma Mînskê hate sazkirinê. Ew yek bona helkirina pirsgirêkê bû. Lê dewsa wê yekê koma Mînskê destê wanda bibû înstrûmênt, yên ku dixwestin  “okûpasîya” berdewambe. Adirbêcanê bi rîya leşkerî- sîyasî “Yekîtîya têrîtorîyayên xwe daye dasekinandinê”. Pêwîstîya koma Mînskê tune, me xatirê xwe ji wê xwestîye. “Feqet Ermenîstan û cêrge welat dixwezin wê yekê bidine dasekinadinê, lê ew yek tiştê bûyînê  nîne, ew mirîye”,- Elîyêv gotîye û xwe mikur hatîye,  wekî Adirbêcanê mafê navnetewî teribandîye û şer destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button