H’emû nûçeSereke

Qayîlnivîsara pêncsale ya bona hevkarîya Ermenîstanê û ŞAY  hatîye îmzekirinê

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û serokê mîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye pêşkeftina navnetewî Con Alêlo qayîlnivîsara pêncsale ya bona hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda îmze kirine, nava doranên kîjanêda 12O mîlyon dolar wê çawa piştgirî bidine Ermenîstanê.

Qayîlnivîsar bona çareserkirina qewînkirina qîmetîyên dêmokratîk û qewînbûna êkonomîkîye. Wextê îmzekirinê cêrge wekîlên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanê hazir bûne.

«Ji navê hukumatê û ji navê xwe ez razalixîyê elam dikim bo wê yekê, wekî piştgirîyê didine Ermenîstanê, ew jî wextê wedê dijwar»,- cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button