H’emû nûçeSereke

Alî pevketine  sînorê  Ermenîstanê û Tirkîyayê  bidine vekirinê

1-ê tîrmehê wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê, yên pêvajoya normalkirina pêwandîyn di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Serdar Kilicê bayloz cara çaremîn li Vîênayê rastî  hevdu hatine.

Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine, wekî alî pevketine nava wedê herî kurtda sînorê  Ermenîstanê û Tirkîyayê bidine vekirinê û qirar kirine wî alîda şuxulkarîyên pêwîst destpêkin.

Alî pevketine nava wedê nêzîkda cîguhastina baraye bi hewê mîyaserkin û usa jî qirar kirine wî alîda gavên anegor biavêjin.Xêncî wê yekê gavên konkrêt hatine gotûbêjkirinê, kîjana dikarin biavêjin bona ku di navbera herdu welatada bighîjine normlkirina pêwandîya.

Alîya careke mayîn dane dîyarkirinê, ku bêyî tu qewil-qirara wê şuxulkarîyê berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button