SerekeSîyasî

Hêzên pêşmerga îzin nedane eskerên îraqî ku li wê nehîyê pêşda herin, li kîderê cîhê gazêye

Bi gotina fermandarê kurd, hêzên pêşmerga îzin nedane eskerên îraqî ku ew bi wê rêyê herin, kîjan nehîyên Qadir Keremê û Tûz Xûrmatîyê dighîne hev.

Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên pêşmerga Mehmed Çaûrî gotîye Kurdistan 24-ê.

Ewî gotîye, wekî hêzên îraqî xwestine li wê nehîyê ştaba xweye hertimî sazkin, lê  hêzên pêşmerga nehiştine ku wê yekê bikin û ji wan pirsîne ku bo çi ew diçine li wî cîyî.

Piştî wê yekê hêzên îraqî paşda vekişîyane.

Em bêjin, wekî cîhê gazêyî  Hor Morê, kîjan li nehîya Qadir Keremêye, dawîya meha derbazbûyî çend cara bi rokêta hatîye êrîşkirinê.Rûyê van êrîşada zîyan tunebûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button