Organîzeya ««Rojnamevan bêyî sînor» bangî wezîreta Tirkîyayêye karên hundur kirîye ku qedirê wan rojnamevana bigrin, yên ku derheqa meş û mîtîngada înformasîya hazir dikin. Organîzeyê zordarîyên polîsîyayêye dijî rojnamevana û usa jî girtinên wane li Tirkîyayê şermezar kirîye. Ewê bang kirîye ku terka zordarîyên dijî rojnamevana bidin.
«Wezîreta Tirkîyayêye karên hundur gerekê wan pirsa bide çareserkirinê, ku polîsîya qedirê xebata wan rojnamevana bigre, yên ku protêstokirina raber dikin û terka girtina wan bide»,- nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.