H’emû nûçeSereke
Projeya Kongrêsa ŞAY ya sala 2O23-a, usa jî alîkarîya boy Ermenîstanê û Arsaxê têra dibîne
Projeya sala 2O23-a ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye fînansên dewletê usa jî qanûna derheqa alîkarîya 6O mîlyon dolarî bo Ermenîstanê û du mîlyon dolarî bona Arsaxê têra dibîne. Derheqa wê yekêda kongira emenîye li Amêrîkayê elam kirîye.
“Nava têksta raportêda hatîye elamkirinê, wekî 6O mîlyon dolarî bona piştgirîya êkonomîka Ermenîstanê û qewînkirina dêmokrasîyê bidine başqekirinê”.
Xêncî wê yekê pêşnîyar hatîye kirinê, wekî du mîlyon dolarî jî bona xebatên bêqezîyakirina mînaye li Qerebagê û piştgirîya hûmanîtarî bidine başqekirinê.