SerekeSîyasî

Wezîra Swêdêye karên der tevî wekîlê hukumata Herêma Kurdistanê pirsgirêkên dîyaspora kurd gotûbêj kirine

Wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê dêlêgasîya wekîltîya hukumata Herêma Kurdistanêye li Swêdê qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê pirsgirêkên dîyaspora kurdaye li Swêdê û qayîlnivîsara Swêdêye van axirîya, ya tevî Tirkîyayê hatine gotûbêjkirinê.

Swêd û Fînlandîya roja sêşemê pevketibûn ku piranîya dewekarîyên Tirkîyayê qebûlkin, bona ku Tirkîya  piştgirîya xwe bide endamtîya wan ya nava NATO-ê da. Nava wan dewekarîyada usa jî ew yek heye, ku bi deha kurda teslîmî Enqerê bikin, kîjanê  Enqere nava têrorîzmêda gunehkar dike.

Vê qayîlîyê xemgînî li cem gelek kurdên Swêdê pêşda anîye. Feqet, wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê roja çarşemê elam kirîye, wekî ewê tu kesî teslîmî Tirkîyayê nekin, heger Tirkîya wan şedetîya raber neke, ku ew  meriv tevî şuxulkarîya têrorîzmê bûne.Wezîrê usa jî gotîye, wekî bona kurda tu hîm tunene ku mafê wan û mafê dêmokratîk wê bêne teribandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button